Mualim: Kurd şer bo yekperçe û serweriya Sûriyê dikin

Wezîrê Derve yê Sûriyê ragihand, şerê Kurdan (YPG û HSD) li Sûriyê li dijî DAIŞê rewa ye û di çarçova parastina yekperçe û serweriya Sûriyê de tê kirin.

08.05.2017, Pts - 14:01

Mualim: Kurd şer bo yekperçe û serweriya Sûriyê dikin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mualim îro li Şamê konferanseke rojnemevanî lidar xist, tê de derbarê pirsa hevkariya Amerîkayê ji bo şervanên Kurd li Sûriyê de, got ku ew hêz şerekî rewa li dijî DAIŞê dike û şer ji bo parastina yekperçe û serweriya Sûriyê dike.

Li ser rêkeftina kêmkirina şer ya bi gerantiya Rûsya, Tirkiye û Îranê de Mualim got, ew rêkeftin altirnatîv e ji danûstandinên Cinêvê re, ji ber ku di danûstandinên Cenevê de ti pêşketin tê de çê nabe.

Li ser pirsa ku ew deverên kêmkirina şer bibin “Deverên aram” piştî ku Encûmena Asayişa Navdewletî wê proseyê pesend bike, Mualim got: “Ev deverên kêmkirina şer in. Ev ne deverên aram in, ji ber ku heger em bibêjin deverên aram, wê demê parastina wê dibe ji erkê Netewên Yekgirtî, ev yek jî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve nayê qebûlkirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1617 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:20:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x