Muxalefata Sûriyê a çekdar li dijî Kongreya Diyaloga niştimanî derdikeve

Hat ragihandin ku 40 komên ji muxalefeta Sûriyê yên çekdar, li hember Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê derketine û bi banga ku Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esad dest ji wezîfeya xwe berde ve girêdayî ne.

26.12.2017, Sal - 12:00

Muxalefata Sûriyê a çekdar li dijî Kongreya Diyaloga niştimanî derdikeve
Nuçe Belav bike

Muxalefeta Sûriyê ya çekdar derbarê Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê de ku hatiye ragihandin dê di 29-30ê Çilê de li bajarê Soçî yê Rûsyayê were li darxistin daxuyaniyek ragihand.

40 komên ku di nav wan de komên wekî Ceyşul Îslam, Aharuş Şam, Feylak el Rahman, Ceyş el Nasr jî hene, di daxuyaniya ku îmze kirine de, ragihandin ku ew li dijî wê yekê ne ku Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê li darkeve.

Muxalifên Çekdar, diyar kirin ku hîn jî xwesteka wan ku Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esad dest ji wezîfeyê berde derbasdar e.

Di dawiya hevdîtinên 8. yên Astana de hatibû ragihandin ku Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê di 29-30ê Çile de dê were li darxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1148 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:26:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x