Neteweyên Yekbûyî: Sûriyê zanyariyên pêwîst ên çekên kîmyewî pêşkêş nekirine

Dosyeya çekên kîmyewî ya Sûriyê careke din li Neteweyên Yekbûyî ket rojevê. Berpirsên Rêxistina Qedexekirina çekên kîmyewî ser bi Neteweyên Yekbûyî dibêjin, heta niha Hikûmeta Sûriyê zanyariyên pêwîst derbarê çekên xwe yên kîmyewî de bo wan pêşkêş nekirine da ku bikaribin vê dosyeyê bi dawî bikin.

07.01.2023, Cts - 07:47

Neteweyên Yekbûyî: Sûriyê zanyariyên pêwîst ên çekên kîmyewî pêşkêş nekirine
Nuçe Belav bike

Cîgirê Nûnerê OPCW Adedeji Ebo got, “Cihê mixabiniyê ye ku encûmenê agahdar bikim, Komara Erebî ya Sûriyê heta niha ti zanyariyên teknîkî yan şiroveyên piştraskirî pêşkêş nekirine, da ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî bikaribe di warê teknîkî de vê dosyeyê bigire, bi taybetî doza girêdayî madeya kîmyewî ya lîsteya 2 li binkeyên Berzê ser bi navendên lêkolînan di Mijdara 2018an de.”

Hikûmeta Sûriyê jî di her civîneke taybet bi dosyeya çekên kîmyayî girêdayî vê welatî de li Civata Ewlekariyê dibêje, welatên Rojava vê dosyeyê wek kaxezeke siyasî ne teknîkî dijî wan bikar tînin.

Nûnerê Daimî yê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Bessam Sebbax anî ziman, “Sûriyê hevkariya xwe ya berdewam li gel Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî bo girtina vê dosyeyê tekez dike û daxwazê ji sekretariya teknîkî ya rêxistinê dike di vî warî de bêalî û profesyonel be. Her wiha em daxwazê ji welatên endam dikin tenê bi awayekî teknîkî danûstandinê li gel vê dosyeyê bikin û ji siyasîkirinê û derencamên pêşwext dûr bikevin.”

Hikûmeta Sûriyê dibêje, wan di Îlona 2013an de hemû çekên xwe yên kîmyewî ji nav birine. Li gor Neteweyên Yekbûyî 34 caran çekên kîmyewî ji hemû aliyên şerker ve di şerê navxwe yê Sûriyê de hatine bikaranîn. Li gor biryara 2118ê ya Civata Ewlekariyê ya di sala 2013an de, divê hemû çekên kîmyewî yên Sûriyê bên ji nav birin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 241 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:55:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x