Nûnerê ENKSê: Eger danûstandinên Tirkî - Sûrî ji asta ewlehiyê derkeve, Îtîlaf dê dilgiran be

Nûnerê ENKSê di Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) de Ebdullah Gedo li ser egera asayîkirina pêwendiyên di navbera Tirkiye û Sûriyê de radigihîne, “Tirkiyê daye xuyakirin ku ew ê li dijî opozîsyon û gelê Sûrî tevnegere”

02.01.2023, Pts - 07:26

Nûnerê ENKSê: Eger danûstandinên Tirkî - Sûrî ji asta ewlehiyê derkeve, Îtîlaf dê dilgiran be
Nuçe Belav bike

Nûnerê ENKSê di Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) de Ebdullah Gedo li ser civîna sêalî ya roja 28ê Berfanbara 2022an a di navbera Şam, Enqere û Mosko li Moskoyê de ji K24ê re ragihand, piştî civîna sêalî ya şandeyên Tirkiye û Sûriyê li Moskoyê, Îtîlafê daxwaza hevdîtina bi berpirsên Tirkiyê kir, ta ku zanyariyên zelal li ser naveroka wê civînê ji aliyê Tirkiyê werbigire.

Ebdullah Gedo got: Îtîlaf û opozîsyona Sûriyê bi giştî pabend e bi diruşm û daxwazên şoreşa Sûrî yên ku gelê Sûriyê ji Buhara 2011an ve daxwaza wan dike, ew jî veguhastina Sûriyê bo qonaxeke nû, guhartineke siyasî di hundirê Sûriyê de û Sûriyayeke demokrat e. Li ser vê bingehê jî her dem danûstandin bi dewleta Tirkiyê re tên kirin ku hevbendeke opozîsyona Sûriyê ye. Tirkiyê jî daye xuyakirin ku ew ê li dijî opozîsyon û gelê Sûrî tevnegere, lê di heman demê de jî Tirkiye dibêje ku Tirkiye û Sûriyê hevsînor in û hin pêwîstiyên ewlehiyê hene, divê ew danûstandinê li ser bikin.

Ebdullah Gedo got jî, rêjîma Sûriyê li dijî gelê Sûriyê gelek tawanên şer kirine, ji ber wê yekê nabe Tirkiye û her wiha Iraq, Lubnan û Urdin jî danûstandinan bi rêjîma Sûriyê re bikin, yan jî balyozxane û konsulxaneyên xwe li Sûriyê deynin û bibin hevbeşê vî kesê ku kujerê yek milyon Sûrî ye. Eger pêwendiyên Tirkiyê û welatên din ên cîran bi Sûriyê re ji asta ewlehiyê derkeve, bêguman Îtîlaf dê dilgiran be û dê red bike.

Destnîşan kir jî, Tirkiye welatekî endamê NATO ye, NATO jî ne bi wê re ye ku Tirkiye pêwendiyê bi rêjîma Sûriyê re bike, ne bi rakirina sizayan ji ser wê rêjîmê re ye û ne jî bi proseya dubare avakirina Sûriyê re ye, heta ku çareseriyeke siyasî bi rê nekeve. Tirkiye jî nikare ji van her sê (na)yan derkeve, eger ne pirsên girêdayî bi ewlehî û serweriya Tirkiyê ve bin.

Her wiha got: Tirkiye bi danûstandina ligel rêjîm û Rûsyayê, dixwaze hin fişaran li ser Amerîka bike, ta ku piştevaniya HSDê neke.

Nûnerê ENKSê di Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê de li ser egera dûrketina Tirkiyê ji opozîsyona Sûriyê de got: Ti berjewendiya Tirkiyê tune ye ku bi rêjîma Sûriyê re danûstandinan bike, lê bi nêzîkbûna hilbijartinên li Tirkiyê re, partiyên opozîsyonê pirsa koçberên Sûrî û qeyrana darayî li dijî hikûmeta Tirkiyê bi kar tînin, hikûmet jî dixwaze vê fişarê kêm bike.

Ebdulla Got jî: Tirkiye nikare HSDê ji deverê derbixe, ji ber ku Amerîkî piştgiriya wê dike û nikare tiştekî ji rêjîma Sûriyê re bike, ma dê li ser çi bingehê hêzên xwe ji bakur û bakurê rojavê Sûriyê vekişîne?

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 371 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:40:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x