Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di axaftina xwe de ragihand ku Sûriye bi rîska perçebûnê ve rûbirû ye.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di axaftina xwe ya Konferansa Ewlehî ya Munihê ya 54emîn de ji bo pevçûn û tehdîda terorîzma kûrewî banga hişyariyê kir. Guterres di axaftina xwe de got: "Şer û pevçûn ihlalên mafên însanî û hiqûqî jî bi xwe re tîne. Her roj krîz û pevçûn zêdetir dibin."
Antonio Guterres di berdewamiya axaftina xwe de krîza Nîvgirava Koreyê jî nirxand û got: "Divê Amerîka û Koreya Bakur ligel hev bicivin û diyalogên bi encam bikin."
Guterres di dirêjiya axaftina xwe de behsa pirsgirêkên Rojhilata Navîn kir û got: Pirsgirêka Îsraîl û Filistîn, dêrîna sunî û şîîtî, gengeşiya Îran û Erebistana Siûdî û pirsgirêkên welatên kendavê hemû bi hev re girêdayî ne. Aştiya navbera Îsraîl û Filistînê jî ketiye metirsiyê. Sûriye jî bi rîska perçebûnê re rûbirû ye."