Rûsya û Fransa liser hevahengiya hevbeş li Sûriye rêkeftin

Putin û Macron liser berdewamiya hemahengiya serbazî ya hevbeş li Sûriyê ji bo rûbirûbûn a terorê rêkeftin.

19.11.2019, Sal - 10:19

Rûsya û Fransa liser hevahengiya hevbeş li Sûriye rêkeftin
Nuçe Belav bike

Koçka Serokatiya Rûsyayê Krêmlin di daxûyaniyekê de ragihand, îro Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin digel hevpostê xwe yê Fransî Emmanuel Macron di pêwendiyek telefonî de, pêşhateyên li Sûriyê gengeşe kirin, û liser berdewamiya hemahengiya serbazî ya hevbeş ji bo rûbirûbûn a terorê li wî welatî lihev kirin û tekezî li giringiya destpêkirina karê komîta destûrê Sûriyê û birêxistinkirina alîkariyên mirovî ji bo wî welatî kirin.

Krêmlinê diyar jî kir, her du serokan ji bilî rewşa Sûriyê, behsa pirsa Ûkrayna û pêwendiyên Rûsya û Fransa kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 757 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:27:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x