Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz di axaftina telefonî ya bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re soz da ku Almanya amade ye piştgiriya avakirina Sûriyeyê bike.
Li gorî daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Steffen Hebestreit, diyar kir ku Scholz nêzîkî saetekê bi Ehmed Şer re axivî.
Scholz ji ber serkeftîbûn û bi dawîbûna desthilata Esed gelê Sûriyeyê pîroz kir.
Di hevdîtinê de Scholz û Şer li ser wê yekê li hev kirin ku pêwîstî bi pêvajoyeke berfireh heye ku maf bê cudahiya etnîkî û dînî parastinê bide hemû Sûriyeyiyan
Olaf Scholz tekezî li ser wê yekê kir ku Hikûmeta Almanyayê amade ye piştgiriya avakirina Sûriyeyê bike da ku Sûriye bibe welatekî azad û ewle ji bo hemû pêkhateyên xwe.
Şêwirmendê Almanyayê da zanîn ku Hikûmeta Almanyayê dê di vê mijarê de bi hevalbendên xwe yên Ewropî û navneteweyî re bi hevahengî bixebite.
Her wiha Scholz behsa girîngiya şerê li dijî terorê ji bo ewlehiya Sûriyeyê, herêmê û cîhanê anî zimên.
8ê Kanûna Pêşîn a 2024an komên çekdar hikûmeta Beşar Esed rûxand û Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir.
Heman rojê Beşar Esedê Serokê Sûriyeyê û malbata wî çûn Rûsyayê, pişt re wan koman hikûmeteke demkî pêk anî.
29ê Çiriya Paşîn a 2025an li Şama paytexta Sûriyeyê "Kongreya Serkeftinê" hat lidarxistin û Ehmed Şer (Colanî) wekî Serokkomarê Sûriyeyê yê qonaxa veguhestinê hatibû destnîşankirin.
Piştî wê biryarê Ehmed Şer dest ni dan û standinên dîplomatîk kir.
Ehmed Şer 3yê vê mehe çûb Erebistana Siûdî û 4ê mehê jî çûbû Tirkiyeyê.