Wezareta Berevaniya Sûriyê: Vekişandina hêzên Tirkiyê hat gotûbêjkirin

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê derbarê civîna ku li Moskowê di navbera Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriyê de hat lidarxistin de got “Ligel mijara vekişandina hêzên Tikiyê ji axa Sûriyê, cibicîkirina rêkeftina li ser rêya navdewletî ya bi navê M4 hatiye gotûbêjkirin.”

25.04.2023, Sal - 16:14

Wezareta Berevaniya Sûriyê: Vekişandina hêzên Tirkiyê hat gotûbêjkirin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, Wezîrê Berevaniyê yê Îranê Mihemed Riza Aştiyanî, Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê Elî Mehmûd Ebas, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û serokên îstixbarata Rûsya, Îran û Sûriyê li Moskowa paytexta Rûsyayê beşdarî civîna çar alî bûn.

Wezarate Berevaniya Sûriyê di derbarê civîan çar alî de daxuyaniyek belav kir û tê de wiha dibêje “Îro civîna çaralî ya wezîrên berevaniyê yên Sûriye, Rûsya, Îran û Tirkiyê îro birêve çû. Ligel mijara vekişandina hêzên Tikiyê ji axa Sûriyê, cibicîkirina rêkeftina li ser rêya navdewletî ya bi navê M4 hatiye gotûbêjkirin.”

Herwiha Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî piştî civînê daxuyaniyek belav kir û got “Her çar welat daxwaza xwe ya parastina yekparçeyiya axa Sûriyê û pêwîstiya xurtkirina hewlan ji bo vegera bilez a penaberên Sûriyê bo warên xwe dubare dikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 575 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:22:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x