Xezîneya Ebûbekir Bexdadî hat dîtin

Li bajarê Reqayê bermîlên zêr û dolar ên serkirdeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî hatin dîtin.

24.04.2023, Pts - 05:52

Xezîneya Ebûbekir Bexdadî hat dîtin
Nuçe Belav bike

Xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî ku di operasyoneke hêzên taybet ên Amerîkayê de û bi alîkariya îstixbaratî ya hêzên Kurd li parêzgeha Idlib a Sûriyê hatibû kuştin, li gor çavkaniyekî herêmî xezîneya wî li başûrê bajarê Reqayê hat dîtin ku têde bermîlên zêr û dolar hebûye.

Bi gotina wê çavkaniyê ew zêr û per ji aliyê tîmeke hevbeş a Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên Amerîkî ve hatine dîtin.

Rêxistina DAIŞê di sala 2014 an de bajarê Reqayê dagir kiribû piştre li Sûriye û Iraqê belav bibû û piraniya Rojavayê Kurdistanê jî xistibû bin kontrola xwe.

Ebûbekir Bexdadî Reqa weke “paytexta xîlafetê” xwe îlan kiribû û li wir bi cih bibû.

Bexdadî di 26ê Cotmeha 2019an de di operasyoneke hêzên Amerîkayê de li Idlibê hatibû kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 331 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:51:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x