3 kesan êrişî karmendên tenduristiyê kiribû: Hatin desteserkirin

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, 3 kesên ku êrişî tîmên tenduristiyê kiribû hatin desteserkirin.

02.08.2023, Çar - 12:48

3 kesan êrişî karmendên tenduristiyê kiribû: Hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Li navçeya Peyasê li Kolana Diclekentê ya Amedê, doh çend kesan ji ber pirsgirêka trafîkê rêya ambulansê girtibû û wan êrîşî karmendên tenduristiyê kiribû.

Di êrîşê de 2 jê bi kêrê, 4 karmendên tendirustiyê birîndar bûbûn.

Ji karmendên tenduristiyê Ş.O û M.E bi kêrê û F.T û E.D jî bi lêdanê hatibûn birîndarkirin.

Karmendên tenduristiyê piştî dermankirina li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê, ji nexweşxaneyê derketibûn.

Hêzên ewlehiyê îro di operasyonekê de 3 gumanbarên êrîşa doh desteser kirin û ew birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê.

Karên îfade wergirtina wan her sê kesan li Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê berdewam dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 610 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:02:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x