PWK û PDK-T ji bo Kerîm Şingalî peyamên sersaxiyê weşandin

Serokên Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û Partiya Demokrata Kurdistanê - Tirkiye (PDK-T), piştî koça dawî ya wezîrê berê yê navxwe Kerîm Şingalî, peyamên sersaxiyê belav kirin û rola wî ya dîrokî di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bi bîr anîn.

11.06.2025, Çar - 10:54

PWK û PDK-T ji bo Kerîm Şingalî peyamên sersaxiyê weşandin
Nuçe Belav bike

Piştî belavbûna nûçeya koça dawî ya siyasetmedar û Pêşmergeyê navdar ê Kurd Kerîm Şingalî, partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê jî duhî 10ê Hezîrana 2025an peyamên sersaxiyê parve kirin.

Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk di peyameke nivîskî de ragihand, ew bi koça dawî ya Şingalî gelekî xemgîn in. Ozçelîk di peyama xwe de Şingalî wek "welatperwerê Kurd, yek ji Pêşmerge û kadroyê pêşeng ê PDKê" bi nav kir û tekez kir ku wî zêdetirî 60 salan di nav refên doza azadiya Kurdistanê de kedeke giranbuha daye.

Di dawiya peyama Ozçelîk de hat gotin: "Em sersaxiyê ji malbat û hezkiriyên kak Kerîm Şingalî, ji hemû rêvebir û endamên PDKê re dixwazin. Serê gelê Kurdistanê sax be."

Ji aliyê xwe ve, Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş jî di peyama xwe de rola dîrokî ya Şingalî di damezrandina "Qiyada Muaqat" (Serkirdatiya Demkî) de bi bîr anî.

Kardaş da zanîn, Kerîm Şingalî "kadirekî pir zîrek" bû û ew bi xwe bûye şahidê xebatên wî yên hêja dema ku li mala wî ya li Batmanê kar dikir. Kardaş destnîşan kir ku Qiyada Muaqat "hîmê Kurdistana Federe a Başûr wê rojê datanî" û got, "Ew û xebata wan qet nayê jibîr kirin. Ew şehîdê Kurdistanê ne."

Kardaş sersaxî ji malbat û hevalên Şingalî re xwest û got, "Cîwarê wî behişt be."

 

Vî nûçeyê tevayî: 149 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:19:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x