Artêşa Tirkiyê li Mûşê dest bi operasyona leşkerî kir

Li parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê operasyonên artêşa Tirkiyê bidawî nabin. Wezareta Bervaniyê ya Tirkiyê ragihand ku artêşa wî welatî li sînorê parêzgeha Muşê dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke nû ya bi navê “Eren Dorpêç Payîz Zivistan-6” kiriye.

29.10.2022, Cts - 06:21

Artêşa Tirkiyê li Mûşê dest bi operasyona leşkerî kir
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniyekê ku ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hat belavkirin, operasyona bi navê “Eren Dorpêç Payîz Zivistan-6”duh 28ê Cotmeha 2022ê bi beşdarbûna 513 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kiriye ku ji 38 tîmên cuda pêk tên.

Ji zivistana 2021ê ve Artêşa Tirkiyê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê li dijî gerîllayên PKKê dest bi rêze operasyonên xwe yên bi navê “Eren Zivistan” kiriye û ew operasyon îsal jî berdewam in. Yekem operasyona “Eren Zivistan-1” roja 9ê Cotmeha 2021ê li devera Besta ya sînorê parêzgeha Şirnexê bi beşdarbûna 1550 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kir ku ji 121 tîmên cuda pêk hatibûn.

Piştî wê operasyonê, Artêşa Trikiyê rêze operasyonên xwe yên bi navê Eren Zivistan bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê li parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê dane destpêkirin û hê jî li ser wan operasyonan berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 459 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:17:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x