Bayik: Ne PKK, ne jî Tirkiye dikarin bi rêyên leşkerî pirsa Kurdî çareser bikin

Rêveberê bilind ê PKK Cemîl Bayik radigihîne, “Ne PKK, ne jî Tirkiye dikarin bi rêyên leşkerî pirsa Kurdî çareser bikin û ji bo çareseriyê divê Amerîka rola xwe bigerîne.”

01.03.2023, Çar - 10:06

Bayik: Ne PKK, ne jî Tirkiye dikarin bi rêyên leşkerî pirsa Kurdî çareser bikin
Nuçe Belav bike

Rêveberê bilind ê PKK Cemîl Bayik bersiva pirsên Peymangeha Aştiyê ya Kurd da û ragihand, şerê 40 salan eşkere kiriye ku ne PKK, ne jî Tirkiye bi rêyên serbazî dikarin bigihin çareseriyê.

Bayik ji bo çareserkirina pirsa Kurdî hêvî ji Amerîkayê kirin û got ku heke Amerîka piştgiriya Tikriyeyê nekiribaya, ne pêkan bû Tirkiye bi tena serê xwe 40 salan şerê PKKê bike, ji ber wê girîng e Amerîka dest ji şaşiyên xwe yên berê berde û ji bo çareserkirina pirsa Kurdî fişarê li Tirkiyeyê bike û rola xwe bigerîne.

Bayik ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê, amedebûna partiya xwe jî radigihîne û diyar dike ku eger Amerîka û Tirkiye ji bo çareseriyê viyaneke xurt nîşan bidin, PKK jî amade û dilxwazê çareseriyê ye.

Bayik diyar dike, ji bo destpêkirina pêvajoya çareseriyê pêwîst nake ku Tirkiye gavên mezin bavêjin. Destpêkirina hevdîtinên digel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bo destpêkirina pêvajoya çareseriyê, bes e.

Derbarê erdhejên ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye rû dane de, Bayik got, “Em di wê baweriyê de ne, di demên wiha giran û zehmet de divê mirov di ser siyasetê re nêzîk bibin, bi exlaqî û hestên mirovî hîn bêhtir tevbigere. Lewma mîna ku di çapemeniyê de jî hate weşandin, me biryar dan ku çalakiyan rawestînin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 517 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:42:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x