Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasî ya Tirkiyê ji îro Duşemê 6ê Adara 2023an û pê ve di nav 5 rojan de li 24 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 9 parêzgehên Tirkiyê dê ba û bahoz hebe û li çend parêzgehan jî baraneke zêde bibare.
Herwiha hişyarî hatiye dayîn ku ji ber vê yekê divê welatî li beramber bablîsok û lehiyê tedbîrên pêwîst werbigrin.
Bi taybetî ji bo parêzgehên wek Mereş, Semsûr, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Agirî, Colemêrg, Wan, Qers, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Dêrsim, Xarpêt, Erzîngan, Erzerom, Dîlok, Riha, Êlih, Şirnex, Erdexan, Idir û Kilis ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Edene, Artvin, Giresun, Gumuşhane, Hatay, Bayburt, Osmaniye yên Tirkiyê hişyarî hatiye dayîn ku li wan parêzgehan rewşa hewayê dê bibe sedema zerarê.
Li herêma erdhejê wek parêzgehên Mereş, Semsûr, Hatay, Dîlok, Amed, Meletî û Osmaniye piraniya welatiyan ji ber avahiyên herifîne yan jî zerar gehiştiye wan li derve dimînin û rewşa hewayê bi awayekî nerênî bandorê li jiyana wan dike.