Li gor amarên ku roja Dûşemê ji aliyê Wezareta Çand û Geştiyariyê ya Tirkiyê ve hatine belavkirin di 6 mehên destpêka îsal de 22 milyon û 945 hezar û 402 geştyaran serdana Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kiriye.
Ji wê hejmarê 184 hezar û 591 geştyaran serdana parêzgeha Wanê kiriye ku navendeke sereke ya geştyariya Bakurê Kurdistanê ye.
Parêzgeha Wanê ku li ser asta Bakurê Kurdistanê herî zêde geştyar serdana wê dikin tenê di Hezîrana îsal de pêşwazî li 46 hezar û 796 geştiyaran kiriye.
Wezîrê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyê Mehmet Nurî Ersoy li bajarê Stenbolê di daxuyaniyeke çapemeniyê de amaje bi amarên nû yên geştyariya Bakurê Kurdistan û Tirkiyê da û got:
“Li Tirkiyê rêjeya geştyariyê di 6 mehên destpêka îsal de li gor heman serdema sala borî ji sedî 17.5 zêde bûye û Tirkiyê pêşwazî li 22 milyon û 945 hezar geştyaran kiriye. Tirkiyê di wan 6 mehan de 21.7 milyar dolar dahata geştiyariyê bidest xistiye.”
Ersoy herweha ragihand ku armanca wan ew e îsal 56 milyar dolar dahatê ji sektora geştyariyê bi dest bixin û got, ew di 6 mehên destpêka îsal de gihiştine ji sedî 27ê wê armancê.