Dîlok: Karkerekî hevalê xwe kuşt û piştre bi heman çekê xwe jî kuşt

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê karkerekî bi demanceyê hevalê xwe kuşt û piştre bi heman demanceyê xwe kuşt.

27.04.2024, Cts - 19:54

Dîlok: Karkerekî hevalê xwe kuşt û piştre bi heman çekê xwe jî kuşt
Nuçe Belav bike

Li kargeheke ku dikeve 2yemîn Herêma Pîşesaziyê ya Dîlokê ji ber sedemeke nediyar di navbera du karkerên bi navê Mustafa Ozcanê 60 salî û Oguz Bozkurtê 49 salî de pevçûn derket.

Di dema pevçûnê de Mustafa Ozcan bi demanceyê Oguz Bozkurt kuşt.

Mustafa Ozcan piştî wê bi heman demanceyê xwe jî kuşt.

Li ser agadarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman cenazeyên her du karkeran veguhastin Saziya Tiba Edlî ya Dîlokê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat despêkirin.

Vî nûçeyê tevayî: 164 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:12:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x