Heyeta Platforma Ciwanên Serbixwe li Amedê seredana PWK kir

Heyeta Platforma Ciwanên Serbixwe li Amedê seredana Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) kir

05.10.2023, Per - 14:15

Heyeta Platforma Ciwanên Serbixwe li Amedê seredana PWK kir
Nuçe Belav bike

Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe Ferît Azad li gel rêvebirên Paltforma Ciwanên Serbixwe roja 05.10.2023yê, li Amedê seredana Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) kir.

Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) Mehmet Can Azbay û rêvebirên PWKyê pêşewazîya heyeta Platforma Ciwanên Serbixwe kirin.

Heyeta Platforma Ciwanên Serbixwe ji bo damezrandina PWKyê pîrozbahîya PWKyê kir.

Heyeta PWKyê jî ji bo vê seredanê spasîya heyeta Platforma Ciwanên Serbixwe kir.Herweha heyeta PWKyê ji ber çalakîya Platforma Ciwanên Serbixwe ya bi navê ‘’Sonda Kurdî’’ ku li ser sosyal medyayê tê meşandin, wan pîroz kirin.

Heyetên PWKyê û Platforma Ciwanên Serbixwe di derbarê rojeva heyî da jî bîr û bawerîyên xwe pêşkêşî hev kirin û herdu heyetan jî daxwaz û temenî kirin ku, di demên pêş de bi hev re liser xeta netewî xebatên Kurdistanî li dar bixin.

Hevdîtina heyetên PWK û Platforma Ciwanên Serbixwe di atmosfereke dostane de li dar ket.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1545 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:19:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x