Ji bo Amedê hişyarî: Bila nexweş, kal û zarok dernekevin

Li parêzgeha Amedê pileyên germê gihiştine asteke metirsîdar û germa zêde xelk bêzar kiriye.

25.07.2023, Sal - 06:51

Ji bo Amedê hişyarî: Bila nexweş, kal û zarok dernekevin
Nuçe Belav bike

Li hinek bajarên Bakurê Kurdistanê germa zêde xelk bêzar kiriye. Amed jî yek ji wan deveran e ku germahiya zêde gelek caran rê nade xelk derkeve derve.

Xelk li Amedê bi taybetî di nava rojê de ji xwe re li sîbera darekê yan kêleka rûbarekî digere ku hinekî xwe hênik bike.

Hewzê Parka Anzeleyê ya li Sûra Amedê yek ji wan deveran e ku bi sedan zarok xwe lê digirin û tê de avjeniyê dikin. Li parkan jî di bin siya her darê de çend kes rûniştine û li hêviya hênikbûna hewayê ne. Hinek malbatan jî paşiya traktorê ji zarokan re kiriye hawiz û wan tê de hênik dikin.

Welatî Şefîk Bariç dibêje: “Em têne Parka Anzeleyê li bin siya daran xwe hênik dikin. Ji ber ava li vê derê hewa jî hênik dibe.”

Li gundê Mele Elî yê navçeya Çinara Amedê, welatiyekî romorka traktorê ji zarokên xwe re kiriye hewzê avjeniyê.

Welatî Kahraman Kaçmaz dibêje: “Li vê derê hewz tinebû, me jî hewzekî wiha çêkir. Piştî demên kar em li vê derê xwe hênik dikin. Termometre pileya germê 42 nîşan dide lê li gorî min pile 52 jî heye.”

Pispor bo welatiyên li bajarên Amed, Riha, Êlih û Mêrdînê hişyariyê didin û dibêjin, divê kesên li van bajaran dijîn demjimêrên nîvro dernekevin derve û xwarinên giran nexwin.

Derbarê vê mijarê de Serokê Beşa Kardiyolojiyê ya Zanîngeha Dicleyê Prof. Dr. Nizamettin Toprak jî got: “Bi taybetî kesên nexweş, kal û pîr, zarok û pitik di bin rîskeke zêde de ne. Heta neçar nemînin demjimêrên ku çirûskên rojê rasterast têne erdê di navbera 11.00 û 15.00an de dernekevin derve. Dema derketin jî divê xwe bi sîwan û şevqeyan biparêzin.”

Li gor Saziya Keşnasiyê li Bakurê Kurdistanê germahî berdewam dibe û heta dawiya meha tîrmehê li hinek bajarên digihije 47 pileyan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 549 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:50:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x