Ji PAKURD'ê bi boneya 100. saliya Peymana Lozanê peyam

Partiya Kurdistanî bi boneya 100. saliya Peymana Lozanê, peyameke nivîskî belav kir.

24.07.2023, Pts - 14:02

Ji PAKURD'ê  bi boneya 100. saliya Peymana Lozanê peyam
Nuçe Belav bike

"Ji milletê me yê ezîz û ji raya cîhanê re

Di 24ê temûza 1923an de Peymana Lozanê ku di navbera Tirkiye, Împaratorîya Brîtanyayê, Fransa, Japonya, Yewnanîstan, Romanya, dewleta Sirp-Xirwat-Sloven de hatibû îmzekirin îsal 100 salîya xwe temam dike.

Her wekî di beşa ewil ya peymanê xala yekem de jî tê destnîşan kirin ku ev Peyman li ser esas, hîm û prensîbên hiqûqa navdewletî hatiye çêkirin.

Bi îmzekirina vê peymanê wek jibermayîya Împaratoriya Osmanî, Komara Tirkiye hatiye avakirin û di serî de bi pêşengîya Brîtanya, Fransa û dewletên din, Kurdistan bi çar cîyan hatiye perçekirin; herî kêm 50 mîlyon Kurd li rûyê dinyayê bêdewlet û bêxwedî mane.

Dewletên ku li ser erdê Kurdistanê desthilat in, maf û azadîyên ku bi peyman û hiqûqa navnetewî mafê her miletê ye û parastî ye ji gelê Kurd re qedexe kirine. Ev dewletên ku axa Kurdistanê li hev par kirine li hember daxwazên Kurdan yên rewa û bingehîn, bi komkujî, bişavtin, înkar û qirkirinê bersiv dane û hîna jî didin.

Ji hêla dewletên desthilatdar yên li ser axa Kurdistanê ve, rêz li ber mafê Kurdan yê Self Determînasyonê nehatiye girtin, daxwaza mafên rewa bi zext û zorê hatiye têkbirin, mafên kêmnetewan jî nedane Kurdan.

Xalên Peymana Lozanê ku Kurdistan li Tirkiyê, Sûrîyê, Îraqê û Îranê par kiriye destnîşan dikin ku xalên di derheqê mafên çandî-civakî yên kêmnetewan de hatine danîn divê tu zagon û yasayên dewletên îmzekar ne di ser re be û herwiha ev xalên peymanê wek zagonên bingehîn (Les Lois Fondamentales) hatine pejirandin. Lê mixabin dewletên desthilatdar û îmzekar gelê Kurd tune hesibandine û di heman beşa peymanê de ev maf wek yên Nemisilman tayin kirine. Loma ev maf jî bi destê gelê Kurd neketiye, Kurd bi vî awayî ji mafên xwe yên çandî-civakî jî bûne.

Dewleta Tirkiyê li gel ku di makezakona xwe de jî peymanên navnetewî yê derheqê mafên mirovan de di ser zagonên xwe re digire, di sedsala çûyî de mafên mirovî yên bingehîn nedane gelê Kurd, mafên gelê Kurd yê herî bingehîn û rewa wek mafê jîyanê, darizandina adil, azadîya fikr û ramanan, mafê kombûn û komelebûnê, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, parastina hebûna madî û manewî binpê kirine, soz û wahdê xwe ne anîne cî, polîtîkayên li dijî peymana Lozanê jî li ser gelê Kurd ferz kiriye.

Di vê sedasala çûyî de, ji aliyê dewletên ku axa Kurdistanê li hev par kirine û bi zext û zorê desthilatiya xwe dimeşînin, li hemberî gelê Kurd di dem û cîyên cûrbecûr de bi sedan qirkirin, komkujî û zext û zorî pêk hatiye, gelê Kurd tevî jin, zarok û kesên sîvîl bûye armanca êrîşên van dewletên desthilatdar. Nemaze di 40 salên dawî de ji aliyê Tirkîye ve gelek êrîş bi armanca qirkirina sîyasî pêk hatine, bi hezaran pêşeng û sîyasetmedarên Kurd bûne qurbanîyên kuştinên kujer-nedîyar, bi hezaran kurd avêtine zindanan, weşanxaneyên Kurdan girtine, pirtûkên Kurdî qedexe kirine, sazî û komele girtine, mafên çandî û civakî ji destê gelê Kurd girtine. Hebûna Kurdan a madî û manevî armanc girtine.

Taybetmendîya peymanên navnetewî ew e ku ne li hemberî prensîb û qaîdeyên hiqûqê yên fermankar (Jus Cogens) be. Peymana Lozanê ku 50 mîlyon gelê Kurd tune dihesibîne û rê nade ku Kurd ji mafên kêmnetewan jî feyde bibine, ji destpêkê ve betal e û di alema hiqûqê de tune ye.

Bi hinceta vê peymanê dewletên dagirker û desthilatdar, hemî qûral û qaîdeyên ji aliyê dadgehên navnetewî ve hatine danîn û diyar kirin, li hemberî gelê Kurd binpêkirine û binpê dikin.

Wek miletê Kurd em Peymana Lozanê ku di serî de mafê diyarkirina çarenûsa xwe û mafên din yê ji ber netewbûnê tên ji holê radike, ji destê me digire û welatê me Kurdistanê dike mêtingehek navdewletî nas nakin.

Bi vê minasebetê em bang û daxwazê di serî de ji Brîtanya, Fransa û dewletên îmzekar û hemî raya dinyayê dikin ku mafê gelê Kurd yê serxwebûnê, xweseriyê û self determînasyonê nas bikin, piştgirîyê bidin Kurdan û ji vê peymana ku Kurdan bêwelat, bêdewlet û bêstatû dihêle xwe vekêşin."

PARTIYA KURDISTANÎ

24 Temûz 2023

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 421 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:09:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x