Li gor daxuyaniya ku roja Înê 17ê Adara 2023an ji aliyê parêzgariya Şirnexê ve hatiye belavkirin, li 11 dever û çiyayên parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopî, Basa, Qileban û Bêtuşebabê qedexe hatiye ragihandin.
Li gor biryarê, li wan deveran ji 17ê Adara 2023 heta 31ê Adara heman salê, di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de bo dema 15 rojan qedexe hatiye ragihandin û tê gotin ku nabe di wê demê de welatî ne bi roj û ne jî bi şev serdana wan deveran bikin.
Çiya û navçeyên ku li gor biryara parêzggariyê hatine qedexekirin ev in: “Çiyayê Cudî, Devera Besta, Çiyayê Gur, Kureşîn, Kela Memê, Feraşîn, Zêrîne, Newala Sar, Çiyayê Încebel, Devera Oymakkaya û Devera Tenînê.”
Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku ew qedexe ji bo “pêkanîna ewlehiyê, rêgirtina li bûyerên tundûtîjiyê û her pêşhatek nerênî” hatiye ragihandin.
Ev qedexe di demekê de ye ku beşeke zêde ya xelkê parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê debara xwe bi ajeldariyê dikin û navçeyên ku hatine qedexekirin jî bi piranî ew navçe ne ku ajeldar 4 demsalan ajelên xwe lê diçêrînin.