Li 3 bajarên Bakur 3 erdhej çêbûn!

Li parêzgehên Çewlîg, Qers û Meletiyê li dû hevdû erdhej çêbûn û ev yek bû sedema tirsê.

26.02.2024, Pts - 06:29

Li 3 bajarên Bakur 3 erdhej çêbûn!
Nuçe Belav bike

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku şeva borî li navçeya Gêxiyê ya parêzgeha Çewlîgê demjimêr 22:14an erdhejeke bi hêza 3,6 pileyan çêbûye.

Herwiha piştî vê yekê li navçeya Wêranşarê ya Meletiyê jî îro saet 00:39an erdhejeke bi hêza 3,6 pileyan rû da.

AFADê da zanîn ku îro li navçeya Dîgorê ya Qersê jî demjimêr 06:22an erdhejeke bi hêza 3,8 pileyan çêbûye.

6ê Sibata 2023yan li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê du erdhej çêbûn ku navenda wan Mereş bû.

Li gorî amarên fermî, di van erdhejan de herî kêm 53 hezar û 537 kesan canê xwe ji dest da û 107 hezar û 213 kes jî birîndar bûn.

Erdhejên 6ê Sibatê bandoreke gelekî xerab li Rojavayê Kurdistanê jî kir û bi hezaran kesan canê xwe ji dest da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 290 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:42:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x