Li 4 parêzgehên Bakur dibistan hatin girtin

Li parêzgehên Bedlîs, Şirnex, Wan û Sêwazê ji ber şertên neyînî yên hewayê dibistan îro girtî ne.

22.03.2024, Cum - 09:08

Li 4 parêzgehên Bakur dibistan hatin girtin
Nuçe Belav bike

Li navçeyên Bêşebab, Qileban û Cizirê yên Şirnexê dibistan îro nînin.

Şeva borî li Cizîrê lehî rabû û xisar gihişt gelek xanî û otomobîlan.

Ji ber ku şilî berdewam dike li Cizîrê dê îro dibistan venebin.

Herhiwa li Bêşebabê ji ber berf û pûkê û li Qilebanê jî ji ber barana zêde dê dibistan îro girtî bin.

Li parêzgeha Bedlîsê û li navçeya Ezbiderê ya Sêwazê jî ji ber heman sedeman dibistan dê îro nebin.

Dîsa dê navçeya Miksê ya parêzgeha Wanê ji ber barîna berfê dibistanên gundan ên ku xwendekar bi serwîsan diçin wan girtî bin.

Vî nûçeyê tevayî: 153 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:21:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x