Li Amedê 10 kes bi hinceta PKKyê hatin destserkirin

Li navçeyên Farqîn û Hezroyê yên Ameda Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de 10 kes bi hinceta “propagandaya PKKyê” hatin desteserkirin.

12.12.2023, Sal - 19:33

Li Amedê 10 kes bi hinceta PKKyê hatin destserkirin
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Amedê ragihand ku tîmên Fermandariya Cendermeyan a Amedê îro bi hinceta PKKyê li navçeyên Hezro û Farqînê yên Amedê operasyonek da destpêkirin.

Li gorî zanyariyan tîmên cendermeyan di çarçoveya operasyonê de bi awayekî hemwext li wan her du navçeyan bi ser 13 navnîşanan de girtin.

10 kes bi hinceta ku li ser medyaya civakî “propgandaya PKKyê kiriye” hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê ew 10 kesên destserkirî birin Serdozgeriya Komarî ya Amedê.

Parêzgariya Amedê herwiha ragihand ku ew operasyon bi hevahengiya Saziya Îstixbaretê ya Tirkiyeyê (MÎT) hatiye kirin.

Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Rihayê jî duh li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi “hinceta endamtiya PKKyê” 7 kes hatibûn desteserkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 281 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:42:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x