Li Bakurê Kurdistanê li 6 navçeyên Amedê sê roj berê bi beşdarbûna 10 hezar û 73 polîs, leşker û pasevanên gund li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) operasyona hatibû destpêkirin û di wê operasyonê de 3 leşker û 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan û 2 leşker jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya parêzgeriya Amedê, li 6 navçe, 104 gund û gomên Amedê, li ser qadeke 528 kîlometre çargoşe 3 roj berê operasyon hatibû destpêkirin û hêj berdewam e.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ku di encama şer û pevçûnê de 2 leşker bi awayekî sivik birîndar bûne.
Herwiha hatiye eşkerekirin, ku 3 leşkerên Tirkiyê û 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.