i ser rêya serekî ya Amed-Xarpêtê duh bi şev sê otomobîl li hev qelibîn, di bûyerê de 5 kes birîndar bûn.
Piştî gehiştina tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Li gor zanyariyan rewşa tendurisstî ya birîndaran baş e û li nexweşxaneyê çareseriyê werdigrin.
Bûyera duyem heman şevê li ser Rêya Amed-Rihayê çêbû.
Minîbûs wergeriya
Minîbûsek ku rêwî vediguhestin wergeriya û di encam de 11 kes birîndar bûn.
Tîmên tenduristî, Berevaniya Şaristanî, polîs û cendirme çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Rewşa ji birîndaran dijwar e
Li gor agahiyan birînên 3 birîndaran giran in û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.
Li gor amarên fermî ku Hezîrana 2023an hatine belavkirin, ji destpêka sala 2023an li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 257 hezar û 373 bûyerên trafîkê çêbûne.
Di wan bûyeran de hezar û 345 kesan canê xwe ji dest dane û 159 hezar û 235 kes jî birîndar bûne.
Li gor amarên fermî sala derbasbûyî jî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 485 hezar û 48 bûyerên trafîkê çêbûne.
Di wan bûyeran de 2 hezar û 282 kesan canê xwe ji dest dane û 291 hezar û 151 kes jî birîndar bûne.