Li Amedê erişa çekdarî: Kesek ji serê xwe birîndar bû

Li navçeya Yenişehirê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî di êrişeke çekdarî de kesek birîndar bû.

08.09.2023, Cum - 11:17

Li Amedê erişa çekdarî: Kesek ji serê xwe birîndar bû
Nuçe Belav bike

Li Kolana Hunerê ya taxa Kooperatiflerê ya navçeya Yenişehirê, şeva borî kesekî bi demançeyê êrişî M.U. kir.

Di encama êrişê de M.U. ji serê xwe birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê M.U. birin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahedîn Eyyûbî.

Hat diyarkirin ku birîna M.U. giran e.

Ji bo desteserkirina êrişkarê ku piştî bûyerê reviya, lêkolîn hat destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 641 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:48:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x