Li Amedê piştî 122 demjimêran jinek hat rizgarkirin

Li Amed a Bakurê Kurdistanê jinek piştî 122 demjimêran ji bin kavilên avahiyekê bi birîndarî hat derxistin.

11.02.2023, Cts - 07:08

Li Amedê piştî 122 demjimêran jinek hat rizgarkirin
Nuçe Belav bike

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Apartmanan a Sozelê ya li kolana 2yemîn a Kurtismailpaşa ya li navçeya Yenîşehîrê ya ku di erdhejê da hilweşiyabû, ji bo kesên di bin kavilan da mane werin rizgarkirin, dewam kir.

Maşallah Çîçek a 55 salî piştî 122 demjimêran ji bin kavilan hat rizgarkirin.

Çîçek a ku bi birîndarî ji binê kavilan hat derxistin ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve bo nexweşxaneyê hat birin.

Li Mereşê jî piştî 116 demjimêran kesek ji bin kavilên avahiyeke hilweşiyayî hat rizgarkirin.

Piştî erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 ku navenda wê navçeyên Bazarcix û Elbistan bûn, tîmên hawarçûnê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Sakaryayê ku li Mereşê kar dikin, li navenda bajêr di bin kavilên Apartmana Emek de xebatên xwe zêde kirin.

Di encama xebatên ku ekîbên AFADê jî piştgirî dan de ciwanê 20 salî piştî erdhejê 116 saetan ji bin kavilan hat derxistin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 275 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:29:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x