Li Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e

Ev heftiyeke li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê berf dibare. Li parêzgeha Bedlîsê 168 santîmetreyên berfê ketine û 80 karmendên şaredariyê li gel 55 makîneyan berdewam rêyan vedikin ji bo çûnûhatin raneweste. Li navçeya Kanîreşê a ser bi Çewlîgê ve jî xelk bi derfetên xwe riyan vedikin û dibêjin, hewa gelekî sar e, sir û seqemek ziwa heye, înşallah em neqerisin.

04.02.2023, Cts - 16:41

Li Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e
Nuçe Belav bike

Wek dihat pêşbînikirin ev hefteyeke berf dibare û li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê bilindbûna berfê gehişte 168 santîmetreyan.

Li gor Saziya Keşnasî ya Tirkiyê barîna berfê dê hefteya pêş jî berdewam be û li parêzgeha Bedlîsê di nav du rojan de nêzîkê 55 santîmetreyên din berf bikeve.

Serokê Şaredariya Bedlîsê Nesrullah Tanglay dibêje: “Hemû karmend û makîneyên me li ser kar in. Niha ligel 55 makîne û 80 karmendan em kar û xebata vekirina rêyan dikin. 4 roj in li ser hev rê tên vekirin. Em dikarin bêjin niha rêyên girtî nemane.”

Li navçeya Kanîreşê ser bi parêzgeha Çewlîgê jî welatî bi di nav bajêr de bi derfetên xwe rêyên xwe vedikin û hewl didin jiyana xwe ya rojane berdewam bikin.

Nişteciha Kanîreşê Ayşe Gunduz jî got: “Berf dereng hat lê baş hat, hewa gelekî sar e, sir û seqemek ziwa heye, hêvîdar im em neqerisin.”

Ligel ku li piraniya parêzgehan berf zêde bariya ye lê li hinek parêzgehan jî nû destpê dike. Yek ji wan parêzgehên ku nû berf lê bariya ye jî Kîlis e.

Navçeya Erebgira ser bi parêzgeha Meletî ku şeva borî barîna berfê destpê kiriye, pezkovî li xwarinê digerin lê ji ber ketina berfê rûbirûyê zehmetiyan bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:39:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x