Li Bakurê Kurdistanê berf û serma bandorê li jiyana rojane dike

Li parêzgehên Erzerom, Îdir, Agirî, Qers, Mûş, Wan, Bedlîs û Colemêrgê berf û sermaya zêde bandorê li jiyana rojane ya welatiyan dike.

31.01.2023, Sal - 07:00

Li Bakurê Kurdistanê berf û serma bandorê li jiyana rojane dike
Nuçe Belav bike

Li Erzeromê ji ber berfa ku du roj in berdewam e rê û kolanan qeşa girtine. Bi şev pileya germê heta bin sifrê 9 pileyan daket. Li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê jî bilindiya berfê gihişte 45 santîmetreyan. Li Îdirê jî bajar ji ber berfê spî bûye. Berfa ku pêr 29ê Çileya 2023ê destpê kir li navenda bajêr û gundan berdewam e.

Li Agirî berfa ku pêr destpê kir rawestiya ye lê piştî berfê sermayeke dijwar destpê kiriye û camên otomobîl û kolanan jî qeşa girtine. Herwiha beşeke Çemê Mûradê û çemên din jî qeşa girtine.

Li Qersê berf û mij bandoreke nerênî li jiyana welatiyan dike. Piştî berfa zêde ya bi şev bajar spî bûye û welatiyan ji serê sibehê ve dest bi paqijkirina otomobîl û pêş kargehên xwe kirine.

Li Erdexanê jî barîna berfê cihê xwe ji serma û mijê re hişt.

Mij bi taybetî li herêma Çemê Kurayê û Keleha Erdexanê mesafeya dîtînê kêm kir. Li devera Saharê ya ya rêbejaya Erdexan-Şavşatê ku bajêr bi herêma Deryaya Reş ve girêdide, ji ber mijê şofêran zehmetî kişand.Ekîbên trafîkê ji ber mij û cemedê hişyarî dan şofêran ku baldar bin.

Li ser rêya Qers-Erzeromê ji ber mij û moranê mesafeya dîtinê heta 20 metreyan daket. Li Erdexanê jî bandora berfê û hewaya sar berdewam e. Li bajêr berf berdewam e û li herêmên bilind pûk çêbûye. Li parêzgehên Mûş, Wan, Bedlîs û Colemêrgê jî berf dibare û rêya bi sedan gundan hatiye girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 362 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:35:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x