Li Bakurê Kurdistanê birrîna daran berdewam e

Wek her sal îsal jî birîna darên daristanên Bakurê Kurdistanê û têkdana xwezaya wê bi hincetên ewlehiyê berdewam e.

24.06.2023, Cts - 18:20

Li Bakurê Kurdistanê birrîna daran berdewam e
Nuçe Belav bike

Tevî nerazîbûnên xelk, sazî û rêxistinên jîngehê rojane bi hezaran dar ji aliyê kompanyayên taybet ve tên birîn û firotin. Ev mijar gelek caran li Parlamentoya Tirkiyê jî hatiye rojevê lê heta niha rê li ber nehatiye girtin.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk (YSP) a Mûşê Sumeyye Boz di axaftineke de ji Parlamentoyê daxwaz kir ku ji bo bidawîanîna têkdana xwezaya Bakurê Kurdistanê berpirsyariyê werbigire.

Parlamentera YSPê ya Mûşê Sumeyye Boz got “Di bin navê ewlehiyê de li Şirnex, Amed û herî dawî li navçeya min a hilbijartinê Mûşê bi tonan dar tên birîn û ev yek berdewam e. Li devera Zozana Şênê ya Mûşê, bi hinceta ewlehiyê bi hezaran dar hatine birîn.. Tenê li Şirnexê di sê salan de zêdeyî 500 hezar ton dar hatine birîn. Hûn dê kengî dawiyê li van polîtîkayan û talanê bînin ku cografyaya Kurdistanê bi hincetên ewlehiyê kirine qadeke rantê. Hûn dê kengî midaxeleya vê talana xwezayê bikin?"

Dar herî zêde li navçeyên sînorî yên parêzgeha Şirnexê ligel Başûrê Kurdistanê tên birîn.

Şofêrê traktoreke kompanya dar birînê û çend kesan li daristaneke Şirnexê traktora xwe ji daran bar kirine û vediguhezin navenda bajêr. Dîmen jî li ser hesaba xwe yê medyaya civakî belav kirine.

Serokê Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê ji Rûdawê re got ku li Şirnexê ji bilî navçeyên sînorî, niha li cihên petrol jê tê derxistin jî birîna daran destpê kiriye.

Serokê Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê Fadil Tay dibêje “Li Çiyayê Cûdî heya Başûrê Kurdistanê darbirîn berdewam e. Mixabin ji hewas serlêdanên me, têkoşîna me, xebata me hê jî me encam jê wernegirtine. Îro jî herêma ku petrol lê derdikeve li rex Çiyayê Gabarê û bi taybetî li gundê Bilga ya girêdayî navçeya Silopiyê he jî darbirîn berdewam e. Car caran rojê 6-7 bargilgir dar tên birrîn.”

Darên daristanên Bakurê Kurdistanê bi piranî ji bo vekirina rêyên binekeyên leşkerî û berfirehkirina derdora wan binkeyan li ser daxwaza hêzên ewlekariyê ji aliyê kompanyayên taybet ve tên birîn ku piraniya xwediyên wan kompanyayan cerdevan in.

Komîsyonên Jîngehê yên Baroyên Bakurê Kurdistanê û rêxistinên jîngehê heta niha çendîn car li ser mijara darbirînê li dadgehê gilî tomar kirine, lê hemû destpêşxeriyên wan bê encam mane û talankirina xwezayê her berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 686 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:22:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x