Li Bedlîsê 10 gundî hatibûn desteserkirin: 5 kes hatin girtin

Li navçeyên Tetwan û Xîzanê ji 10 welatiyên ku bi operasyoneke leşkerî hatibûn desteserkirin, 5 kes hatin girtin.

16.08.2023, Çar - 06:07

Li Bedlîsê 10 gundî hatibûn desteserkirin: 5 kes hatin girtin
Nuçe Belav bike

Artêşa Tirkiyeyê 10ê Tebaxa 2023an li gundê Peyîndasê yê navçeya Tetwanê ya Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê bi hinceta PKKyê operasyoneke leşkerî dabû destpêkirin.

Piştî wê operasyonê li çend gundên navçeyên Xîzan û Tetwanê yên Bedlîsê bi ser malan de girtibû û 10 welatiyên Kurd desteser kiribûn.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) ê Bedlîsê Huseyîn Olan li ser hesabê xwe ya tora civakî ragihand ku ji 10 welatiyên desteserkirî 5 jê piştî karûbarên îfadeyê hatine girtin.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) ê Bedlîsê Huseyîn Olan got:

“Di encama operasyona ku 10ê Tebaxê hatiye kirin de li gundê Peyîndasê yê Tetwanê 8 û li gundê Xelepûrê yê Xîzanê jî 2 bi giştî 10 kes hatibûn desteserkirin.

Îro ji wan 10 kesan 5 ji aliyê Dadgeha Bedlîsê ve bi awayekî neyasayî hatin girtin.”

Di operasyona 10ê Tebaxê ya li gundê Peyîndasê yê Tetwanê de, di navbera gerîlayên PKKyê û leşkerên Tirkiyeyê de şer derketibû.

Piştî operasyonê 10 gundiyên Kurd hatibûn destserkirin ku çend rojan nedihat zanîn ew birine ku derê.

Partiya Çepên Kesk bi îdiaya ku îşkence li wan gundiyan hatiye kirin, pêşniyarpirsek li Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 322 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:18:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x