Li gor daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê li navenda bajêr û li navçeyên Cizîrê, Sîlopî, Qilebanê, Basan û Bêşebabê herêmên Çiyayê Cûdî, Gabar, Besta, Tanîn û Kureşin jî di nav de bi giştî li 14 herêman bi hinceta ewlekariya mal û canê welatiyan çûn û hatin qedexe ye û ew qad wek “Herêma Ewlehiya Taybet” hatine ragihandin. Hatiye diyarkirin ku ev biryar ji roja Şemiyê 15ê Temûzê heta 29ê Temûzê demjimêr 23:59 deqe berdewam e.
Parêzgariya Bedlîsê jî ragihandiye ku li navçeya Xîzanê ji ber operasyonên leşkerî li çend herêman biryara “Herêma Ewlehiya Taybet” hatiye dayîn û ev biryar ji 14ê Temûzê heta 28ê Temûzê berdewam e. Li gor daxuyaniya parêzgariyê, biryar bi hinceta metirsiya li ser ewlekariya can û malê welatiyên sivîl hatiye dayîn.
Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê operasyonên artêşa Tirkiyê dijî PKKê berdewam in û bi vê hincetê qadên nîştecihbûnê wek "herêmên qedexe" tên ragihandin.