Li Colemêrgê meş, civîn û çalakî bo 15 rojan hatin qedexekirin

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, hemû corên meş, çalakî û civîn bo 15 rojan hatin qedexekirin.

02.03.2023, Per - 06:09

Li Colemêrgê meş, civîn û çalakî bo 15 rojan hatin qedexekirin
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Colemêrgê ragihand ku li parêzgeha Colemêrgê qedexeya çalakiyan bo dema 15 rojên din jî hatiye dirêjkirin.

Parêzgarî di daxuyaniya xwe de dibêje: “Hemû corên civîn, meş, xwepêşandan, daxuyaniyên çapemeniyê, protesto, mîtîng, vedana çadir, çalakiyên rûniştinê, vekirina stant, grêvên birçîbûnê, belavkirina afîş, belavok û pankartan, komkirina îmzeyan, konferans, panel û semîner ji 28ê Sibata 2023an demjimêr 00:01 heta 14ê Adarê demjimêr 23:59an bo dema 15 rojan hatine qedexekirin.”

Parêzgarî dibêje, çalakiyên fermî yên saziyên hikumî û yên parêzgarî destûrê bide dikarin bêne kirin.

Heman rojê Parêzgariya Mersinê ya Tirkiyê jî bi hinceta ku li ser sosyal medyayê ji ber erdhejên Mereşê banga çalakiyan tê kirin bo dema 15 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 187 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:22:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x