Li Diyarbekirê teqîn: 3 zarok birîndar bûn

Li taxa Kehbî ya ser bi navçeya Sûrê ya Diyarbekirê zarokan bi tiştekî nediyar lîstine û bi teqîna wî tiştî, 3 zarok birîndar bûne.

13.02.2023, Pts - 07:09

Li Diyarbekirê teqîn: 3 zarok birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Çend zarokên li taxa Kehbî ya ser bi navçeya Sûrê, ji bo xwe germ bikin, li ser girekî biçûk bi tiştên ku ji çopê berhev kirine, agir vêxistine û yek ji wan tiştên ku kom kirine, di nav agir de teqiyaye.

Di teqînê de, zarokên bi navên Davut Yildirim, Mustafa Solmaz û Furkan Tekin birîndar bûne.

Li ser agahdakirinê, tîmên tendirustiyê gihîştin cihê bûyerê û zarokên birîndar bo Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hatin veguhestin.

Li gor zanyariyan, rewşa tendirustiyê ya zarokekî birîndar giran e. Hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê dest bi lêkolîna sedema teqînê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 690 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:38:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x