Li Êlihê barhilgirek şewitî: 4 mirî, 2 birîndar!

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê barhilgireke ku bare wê genim bû wergeriya û agir pê ket. Di encama bûyerê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

10.07.2023, Pts - 07:35

Li Êlihê barhilgirek şewitî: 4 mirî, 2 birîndar!
Nuçe Belav bike

Îro Duşemê 10ê Temûza 2023an li parêzgeha Êlihê nêzîkî Pira Kantarê barhilgireke ku barê wê genim bû ji rê derketiye û wergeriyaye. Piştî wergerandinê agir pê ketiye.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û tenduristiyê çûne cihê bûyerê û midexaleya agir kirine.

Li gor zanyariyan şofêr û 3 kesên din li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane û 2 kesên birîndar jî bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê hatine veguhestin.

Piştî bûyerê Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp çûye cihê bûyerê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 296 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:31:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x