Li Êlihê di roja jinan de jinek hat kuştin

Di roja jinan de li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê mêrekê hevjîna xwe kuşt.

08.03.2023, Çar - 14:52

Li Êlihê di roja jinan de jinek hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan li Taxa Tîlmerç a Êlihê mêrê bi navê Murat A. yê 36 salî û hevjîna wî Tugba A. ya 33ê salî ev salek bû li ber ji hev cudabûnê bûne û ne li ba hev dijiyan.

Îro 8ê Adarê li wê taxê rastî hev hatine û di navbera wan de nîqaş çêbûye, piştre Murat A. demançeya xwe derxistiye û gule li hevjîna xwe reşandine. Li gor agahiyan guleyek jî li xwendekara dibistana navîn a bi navê Belînay ku di wir re derbas dibû ketiye û birîndar bûye.

Li ser agahdarkirinê polîs, tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatine şandin û Tugba ya dayîka zarokekê bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê hatiye birin. Lê tevî hemû hewildanan Tugba li nexweşxanyê canê xwe ji dest daye.

Li gor agahiyan Tendirustiya Belînayê baş e. Hatiye ragihandin ku Murat A. ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin û bo Rêveberiya Ewlekariyê hatiye birin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 201 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:42:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x