Li Êlihê êrîşa çekdarî: Kuştî û birîndar hene

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê du kesên ku li ser cadeyê dimeşiyan rûbirûyî êrîşeke çekdarî hatin û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

22.12.2022, Per - 06:27

Li Êlihê êrîşa çekdarî: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan roja 21ê Kanûna 2022an li Taxa Akyurek a navenda parêzgeha Êlihê Hayrettin K. yê 39 salî û Mehdî B. yê 30 salî dema li ser cadeyê dimeşiyan kesek nêzîkî wan bûye û bi çekê êrîşî wan kiriye û her du kes jî birîndar kirine.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê çûne cihê bûyerê û her du kesên birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin lê tevî hemû midexaleyan kesê bi navê Hayrettin K. canê xwe ji dest daye û dermankirina kesê din ê birîndar berdewam e.

Li gor zanyariyan kesê êrîşkar nehatiye girtin û bi armanca girtina wî kar û xebat berdewam in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 271 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:51:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x