Li Êlihê kûliyên goştxwir hatin dîtin

Li navçeya Kercewsê ya ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ve kûliyên goştxwir ku dirêjiya wan nêzîkî 25 santîmetreyan e hatin dîtin û pisporan hişyarî daye ku divê ev kûlî neyên kuştin.

21.07.2023, Cum - 05:32

Li Êlihê kûliyên goştxwir hatin dîtin
Nuçe Belav bike

Rêveberê Çandinî û Daristanê yê Kercewsê Metin Kaplan diyar kiriye ku welatiyekî navçeyê li ser otomobîla xwe kûliyekî goştxwir dîtiye ku dirêjiya wî nêzîkî 20 heta 25 santîmetreyan bûye.

Kaplan dibêje, “Ev corê kûlî piştî paleya ceh û genim tê dîtin û ji ber bê xwarin dimînin tên cihên nîştecihbûnê. Ev cor bi taybetî êvaran nêçîrê dike û goşt jî dixwin.”

Ev corê kûliyan wek “saga ephippigera” têne bi navkirin û pispor hişyariyê didin ku ji ber ku ji çandiniyê baş in divê bên parastin.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 251 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:18:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x