Li Êlihê şerê çekdarî: Kesek hat kuştin

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê kesekî bi navê Ozgur T. yê 31 salî rûbirûyê êrîşeke çekdarî hat û di encam de bi giranî birîndar bû, lê ligel midexaleya destpêkê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

13.05.2023, Cts - 10:35

Li Êlihê şerê çekdarî: Kesek hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan îro Şemiyê 13ê Gulana 2023an li navenda parêzgeha Êlihê kesekî nasnameya wî ne diyar bi çekê gule berdane Ozgur T. û di encam de bi giranî ew birîndar kiriye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî û polîs çûne cihê bûyerê û Ozgur T. bo Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê hatiye veguhestin lê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Li gor zanyariyan ji bo desteserkirina kesê êrîşkar polîsan kar û xebat dane destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 327 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:41:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x