Li Hezexê tankêreke sotemeniyê li zarokekî 7 salî da

Li navçeya Hezexê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ve tankêreke sotemeniyê li zarokeke 7 salî da.

06.06.2023, Sal - 13:39

Li Hezexê tankêreke sotemeniyê li zarokekî 7 salî da
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan, li Taxa Yukarî ya Hezexê îro 6ê Hezîranê 2023ê tankêreke barê xwe sotemenî li zarokek 7 salî yê bi navê Herdem Argîn ku dixwest biçe aliyê din ê rê daye.

Di encama bûyerê de Herdemê 7 salî bi giranî birîndar bûye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatine şandin. Zarokê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.

Hatiye ragihandin ku birîna wî zarokê 7 salî giran e.

Li gor agahiyan welatiyên ku li derdora cihê bûyerê bûne wek nerazîbûnê êrişî şofêrê tankêrê kirine û li wî dane.

Derbarê wê yekê de ku polîsan ew şofêr girtine yan na, ti agahiyek nehatiye ragihandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 261 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:56:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x