Li Leyla Zanayê doz hate vekirin

Derbarê parlementera berê Leyla Zanayê de bi îdiaya ku "ji dewleta ku bi Tirkiyeyê re şer dike xelat wergirtiye" doz hat vekirin.

29.07.2023, Cts - 09:10

Li Leyla Zanayê doz hate vekirin
Nuçe Belav bike

Li dijî Leyla Zanayê bi îdiaya ku di dema parlamenteriya xwe de "propagandaya rêxistina terorê kiriye" û "ji dewleta ku bi Tirkiyeyê re şer dike xelat wergirtiye" îdianame hat amadekirin.

Ev îdianame ji aliyê 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin.

Yekemîn rûniştina doza ku li dijî Zanayê hatiye vekirin dê di 7ê Îlonê de bê dîtin.

Xelatên Leyla Zana

Leyla Zana di 1994an de “Xelata Thorolf Rafto” ya di warê mafên mirov de wergirtibû.

Konseya Ewropayê ji ber xebatên wê yên di warê mafên mirovan û aştiyê de sala 1995an “Xelata Raman û Azadiyê ya Sakharov” dabû Leyla Zana.

Dîsa sala 1995an “Xelata Aştiyê ya Aachen” û “Xelata Kreisky” û sala 1998an ji Komeleya Mafên Mirovan a Amerîkayê “Madalyaya Serbestiyê” wergirtibû.

Sala 2004an ji Şaredariya Parîsê “Madalyaya Zîv a Bajarê Parîsê” wergirt. Herwiha Leyla Zana sala 2010an "Madalyaya Barzanî" wergirt.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 761 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:47:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x