Li Meletiyê bûyera trafîkê: 7 kesan canê xwe ji dest dan

Li navçeya Darende ser bi parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê barhilgirek qulipî û di encam de 7 kesan canê xwe ji dest dan.

10.03.2023, Cum - 07:36

Li Meletiyê bûyera trafîkê: 7 kesan canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan roja Pêncşemê 9ê Adara 2023an li navçeya Darende ya Meletî barhilgirek wergeriya û di encam de 7 kesan canê xwe ji dest dan û şofêrê barhilgirê jî di nav de ye.

Piştî bûyerê Parêzgarê Meletî Hulusi Şahin çûye cihê bûyerê lêkolîn kiriye.

Li gor zanyariyên xizmên şofêrê barhilgirê dane di nav barhilgirê de kurê şofêr yê 12 salî û 5 karker hebûne. Herwiha di erdheja 6ê Sibatê de jî 23 endamên malbatê canê xwe ji dest dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 200 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:46:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x