Li navçeya Milazgirê ya Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, traktorekê li malbatekê da û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û du kes birîndar bûn
Li navçeya Milazgirê li nêzîk Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Milazgirê traktorekê li malbata Demirbaşan da ku li kêleka rê rawestiyabûn.
Di encama bûyerê de Erkan Demirbaş û hevjîna wî Sevgi Demirbaş û dêya wî Huveyla Demirbaş birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.
Her sê birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Milazgirê hatin veguhestin, lê tevî hemû midaxeleya li nexweşxaneyê Erkan Demirbaş canê xwe ji dest da.