Îro di demjimêrên serê sibehê de agir bi daristanên navçeya Lice ya Amedê ket.
Li gor agahiyan, li bejahiya Taxa Arîklî ya navçeya Liceyê ji ber sedemeke nediyar şewat li qada daristanê ketiye.
Li ser agahdarkirinê, ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Liceyê, Şaredariya Navçeya Gênç a Çewligê, herwiha ekîbên Berevaniya Şaristanî, cendirme û Rêveberiya Daristanan a Amedê bo cihê şewatê hatine şandin.
Xebatên ekîban ji bo kontrolkirina şewatê û vemirandina agir berdewam in, lê hewldanên wan heta niha bê encam bûne.