Li Qendîl, Gare û Metînayê bombebaran

Balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê, şeva borî li Başûrê Kurdistanê 5 herêm bombebaran kirin.

05.10.2023, Per - 07:55

Li Qendîl, Gare û Metînayê bombebaran
Nuçe Belav bike

Balafirên şer ên Tirkiyeyê şevê din herêmên Qendîl, Xakurk, Asos, Gare û Metînayê bi awayekî dijwar bombebaran kirin.

Qaymeqamê qezaya Mawetê ya Silemaniyê Kameran Hesen ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Balafirên şer, şevê din derdora gundê Basawê û Geleliyê 4 caran bombebaran kirin.”

Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm jî da zanîn ku balafiran derdora gundê Êndizeyê di maweyê saetekê de 3 caran bombebaran kiriye.

Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî ragihand ku balafirên wan li herêmên Qendîl, Xakurk, Asos, Gare û Metînayê 22 cihên cuda bombebaran kirine.

Artêşa Tirkiyeyê, piştî teqîna li Enqereyê êrişên xwe yên li Başûrê Kurdistanê zêde kirine.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 235 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:10:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x