Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “endamtiya PKKê” 2 kes hatin desteserkirin
Li gor medyaya fermî ya Tirkiyeyê, tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Rihayê li ser kar û xebatên “rêgirîkirin li çalakiyên rêxistinê” berdewam in.
Di vê çarçoveyê de polîsan roja duh operasyonek kir û bi ser çend malan de girtin.
Di operasyonê de 2 kes hatin desteserkirin û ew birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.