Li gor agahiyan Abdulkadîr A. (23) li ber deriyê mala xwe ya li taxa Azadiyê ji aliyê hin kes yan kesên nasnameya wan nediyar ve rûbirûyê êrîşa çekdarî hat.
Li ser agahdarkirina welatiyan, tîmên tendirustî yên bilez çûn cihê bûyerê.
Piştî ku tesbît kirin Abdulkadîr A. canê xwe ji dest daye, termê wî bo morga Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê veguhestin.
Hat zanîn ku lêpirsîna polîsan a derbarê bûyerê de berdewam e.