Li Rihayê pevçûna malbatan: 1 mirî, 6 birîndar

Li navçeya Kaniya Xezalan a ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve, di pevçûna du aliyan de kesek hat kuştin û 6 kes birîndar bûn.

19.07.2023, Çar - 05:26

Li Rihayê pevçûna malbatan: 1 mirî, 6 birîndar
Nuçe Belav bike

Li gundê Bîrdelef ê Kaniya Xezalan, roja 18ê Temûzê du malbatên mirovên hev ji ber sedemeke nehat zanîn pev çûn. Endamên her du malbatan bi kevir, dar û çekan êrîşî hev kirin.

Di encama pevçûnê de Ahmet Onay ê 25 salî hat kuştin û 6 kes jî birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û hêzên emnî bo cihê bûyerê hatin şandin.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan hatin veguhestin.

Hat zanîn di navbera her du malbatan de pêştir jî pevçûn derketiye û 12 kes birîndar bûne.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 422 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:04:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x