Li Rihayê pevçûna malbatan: Gelek birîndar hene

Li navçeya Kaniya Xezalan ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ji ber avdaniya zeviyê di navbera du malbatan de pevçûn derket û di encam de 8 kes birîndar bûn.

07.07.2023, Cum - 10:51

Li Rihayê pevçûna malbatan: Gelek birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan 7ê Temûza 2023an li Taxa Alincik ser bi navçeya Kaniya Xezalan ser bi parêzgeha Rihayê di navbera du malbatan de ji ber avdaniya zeviyê pevçûna bi dar û beran derket û di encam de ji her du malbatan 8 kes birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û polîsan çûne cihê bûyerê û kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan hatine veguhestin.

Li gor zanyariyan derbarê bûyerê de heta niha kesek hatiye desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 518 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:05:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x