Li Rihayê qeza: Bijîşkê ciwan mir, 6 birîndar hene

Li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, sê otomobîl li hev qelibîn.

25.04.2024, Per - 16:10

Li Rihayê qeza: Bijîşkê ciwan mir, 6 birîndar hene
Nuçe Belav bike

Di vê qezayê de bijîşkê 26 salî yê bi navê Mustafa Guder mir û 6 kes jî birîndar bûn.

Bûyerê îro li ser rêya Bêrecûk û Dîlokê rû da.

Heft kesên di her sê otomobîlan de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê lê Mustafa Guder li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li hêla din rewşa tenduristiyê ya du birîndarên din jî xerab e.

Vî nûçeyê tevayî: 231 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:31:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x